Balyozê Îsraîl li Amerîkayê gotiye ku Îsraîl naxwaze bi ti awayekê Xezê dagîr bike û naxwaze hikûmetê bi ser 2 milyon felestîniyan de bike û armca me jinavbirîna Hemasê ye.
Balyozê Îsraîl li Amerîkayê “Gilad Erdan” li hevpeyvîn digel televîzyona “CNN” a Amerîkayê de li bersiva huşdarîdana Serkomarê Amerîkayê bo dagîrkirina Xezê piştî jinavbirina Hemasê de got: “Îsraîl bi ti awayekê naxwaze hikûmet bi ser 2 milyon felestîniyan de bike, armanca me jinavbirina Hemasê ye”.
Herwisa navbirî li ser rûpela xwe ya tora civakiya “X” de nivîsandiye: “Armanca Îsraîlê jinavbirina tevaw a şiyana Hemasê bo encamdana kiryarên terorîstî ye”.
Serkomarê Amerîka “Joe Biden” li hevpeyvîn digel televîzyona “CBS” de gotibû: “Dagîrkirina Xezê ji aliyê Îsraîlê ve karek şaş e, lê hewce ye ku Îsraîl bersiva kiryarên terorîstî yên Hemasê bide”.
Pêka biryara Îsraîlê, dê êrîşa bejayî li ser Xezê bê kirin û berpirsên Îsraîlê gotine ku bi ti awayekî naxwazin desthilata Xezê bigirne destê xwe û bi tenê armanca wan jinavbirîna hemasê ye û ew amade nînin bi ti awayekê hikûmetê bi ser 2 milyon Felestîniyan de bikin.