Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Feransê Huşdarî da rejîma Îranê

11:04 - 16 Çirriya pêşîn 2023

Serkomarê Feransê li derheq berfirehbûna şer û pevçûnan bi taybet li Lubnanê, huşdarî daye rejîma Îslamiya Îranê û gotiye ku berfirehtirbûna wî şerî li stuyê Îranê ye.

Serkomarê Feransê “Emmanuel Macron” bi rêya pêwendiya telefonî, digel serkomarê rejîma Îslamiya Îranê “Îbrahîm Reîsî” li derheq rengehiya berfirehtirbûn û dijwartirbûna şer û pevçûnan bi taybet li Lubnanê huşdarî da rejîma Îranê û bi tekezî gotiye hewce ye rejîma Îranê bo rêgirîkirin ji berfirehtirbûna şer, her karekê bike.

Herwisa navbirî li vê pêwendiya telefonî de bi tekezî bi Serkomarê rejîma Îranê re got: “Bi berçavgirtina pêwendiyên nêzîk ên Îranê digel milîsên Hizbullah li Lubnanê û Hemas li Xezê, berfirehtirbûna wî şerî li stuyê Îranê ye”.

Hemas û Hizbullah a Lubnanê bi 10an sale tevahiya hewcehiyên xwe yên malî, cebilxane û hewcehiyên jiyana xwe ji rejîma Îranê verdigrin û berpirsln wan milêsan hetqa niha çendîn caran li ser ragihandinên fermî îtiraf kirine ku rejîma Îranê xercê, xwarin, vexwarin, hewcehiyên jiyanê, cebilxane, mûçe û heqdesta hêzên wan û tevahiya hewcehiyên perwerdehiya leşkerî û hewcehiyên din dabîn dike û her salê çendîn milyard Dolar ji aliyê rejîma Îranê ve alîkarî bo wan tê kirin.