Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lindsey Graham: “Hekî êrîşên Hizbullahê berfireh bibin ez dê biryarnameya êrîş bo ser Îranê bo Senayê bibim”

12:22 - 16 Çirriya pêşîn 2023

Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkayê, gotiye “Hekî Hizbullah a Lubnanê êrîşên li ser Îsraîlê berfireh bike, ev dê biryarnameyekê bo Senaya Amerîkayê bibe ku derfeta êrîşa leşkerî bo nemana Îranê li ticareta neftê bide”.

Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkayê “Lindsey Graham” li hevpeyvîn digel televîzyona “NBC” de ragihand: “Hekî Hizbullah a Lubnanê êrîşên xwe bo ser Îsraîlê berfireh bike, ew dê biryarnameyekê bo Senaya Amerîkayê bibe ku derfeta êrîşkirna leşkerî bo nemana rejîma Îranê li ticareta neftê pesend bike”.

Herwisa “Lindsey Graham” tev ku rejîma Îranê bi “şeytanê mezin” binav kiriye gotiye ku amade ye bo jinavbirina çavkaniyên piştevanîkirina malî li Hemas û Hizbullahê, hêza leşkerî bi kar bîne”.

Navbirî daye zanîn ku %93 a çavkaniya malî ya Hemas û Hizbullahê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve tê dabînkirin û hizra vê yekê ku rejîma Îranê hay ji êrîşa bo ser Îsraîlê nîne, tişteke pêkenok e.

Rejîma Îranê destêverdan û rola xwe li êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê înkar dike.