Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîmê bo ser malbata “Armîta Girawend”

20:29 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Rejîmê soza nivîskî ji malbata “Armîta Girawend” satandiye ku şikayetê li ser ti kes an aliyekê tomar nekin
Li rojên derbasbûyî de rejîma Îranê bav û dayîka “Armîta Girawend” neçar kirine ku bi nivîskî qewl bidne rejîmê ku li ser ti kes an demûdezgehên îdariye rejîmê şikayetê tomar nekin.
Li rojên derbasbûyî de bav û dayîka “Armîta Girawend” bo ofîsa fermandeyê hêza întizamî ya rejîmê li rojavayê Tehranê “Dilawer El-Qasî Mêhr” hatine şandin û li wir ev neçar kirine ku soza nivîskî bidin ku li ser ti kes û organekî rejîmê şikayet nekin.
Rejîma Îranê tevî gefxwarin li malbat û dost û hevalên Armîtayê, rêgiriyê ji belavbûna her zanyarî û raporekê li derheq rewşa tendirûstiya Armîtayê dike.
Pizîşkên nexweşxaneya Fecr a hêza esmaniya spaha pasdaran a terorîst, malbata Armîtayê agehdar kirine ku ti hîviyek bo zindîkirina Armîtayê nemaye”.
Herwisa pêka raporên belavbûyî rewşa tendirûstiya Armîtayê ber bi xirabtirbûnê ve çûye û çend rojan berî niha jî raporek li ser ji karkevtina mejiyê Armîtayê jî hate belavkirin.
Li derheq rewşa “Armîta Girawend” a temen 16 salî ku bi sedma derbên hêzên serkutker bi serê vê li Komayê de ye, ti zanyariyeke zêdetir li ber dest de nîne.