Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

20:31 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Her wek hemû rojên Duşembiyî, kombûnana nerizayetiya malnişînkiriyên li zêdetir ji 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon û bi hilgirtina plakardan daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
Roja Dûşemî 24ê Rezbera 1402 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê de li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û herwisa Luristanê, kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyên kompaniya Muxabirat a Îranê hatine lidarxistin û hevaheng digel piraniya parêzgehên din li bajarên navenda parêzgehan de li ber deriyê bînaya Muxabiratê bi rê ve çon û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.
Herwisa li parêzgehên “Xûzistan, Merkezî, Tehran, Erdebêl, Sîstan û Belûçistan, Zencan, Gîlan, Îsfehan, Fars, Tewrêz, Kirman û Mazenderan”ê de malnişînkiriyên Muxabiratê li ber deriyê bînaya Muxabirat li navenda wan parêzgehan de kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Malnişînkiriyan li tevahiya wan parêzgehan de daxwaza çareserkirin û pêregihîştin bi cibicîkirina tevaw ya ayînnameya personelî û dana kar ya sala 1389 a Rojî û pirsgirêka bîmeya malnişînkiriyan kirine.
Herwisa li vê rojê de karmendên fermî yên wezareta Nefta Îranê yên mijûlê kar li yekeyên “Furûzan, Bêhrganser û Ebûzer”ê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li vê rojê de malnişînkiriyên “Deng û Rengê Îranê” li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin. 
Herwisa mamostayan bi awayekî berfireh li kombûna nerizayetî de li bajarê Meşhedê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.