Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa berfirehtir kirina şer ji Îsraîl dike

20:34 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Rejîma Komara Îslamiya Îranê bi piştewanîkirina ji girûpên Hemas û Hizbullahê, gefê dike ku dê şerê bi dijî îsraîl berfirehtir bike.
Huseyn Emîr Ebdullahiyan wezîrê derve yê rejîma Îranê, li geşt û serdana xwe bo Sûriye û Lubnanê û hevdîtina di gel berpirsên girûpên girêdayî bi xwe li wan welatan de, bi nîşana piştewaniya ji êrîşa Hemasê bi dijî Îsraîl, ragihand: Ger Îsraîl bixwaze êrîşa vejayî bikete ser Xezê, emê çendîn derî û eniyên dinê ye şer bi dijî Îsraîl vekin û şer dê berfirehtir be.
Ebdulahiyan herwisa ragihand ku derfetekî baş bo me hatiye pêş ku em her li mala Îsraîliyan de pêşya wan bigrin, ger îro em berevaniyê ji Xezê nekin, dbe sibê em li nexoşxanêt xwe de li hember bombeyê Îsraîl de berekaniyê bikin.
Ev gotinên wezîrê derwe yê rejîma Îranê tevî evê ku bêhna şer û alozî û tevdaniya zêdetir û haydana girûpên nawçê ye, hevdem gorî êtirafa wî xwe, parek ji stratêjiya rejîmê ye ji bona xapandina raya giştiyê ye cîhanê û li ser xwe vêdebirina bala giştiye ji bona hemî pirskirêk û dengê azadîxwaziya nav xwe bi dijî xwe, Herwisa rejîm baş dizane ku hemî dunya û Îsraîl dizanin ku ev êrîşa hemasê bi ferman û bernama rêberên rejîma Îranê hatiye encamdanê, lewra nîgeranin ku ger şerê ser xezê dawî pê bêt, egera êrîş û tolhildana Îsraîl bo ser rejîma Îranê heye, lewma bi heçî nirxekê be, domandina şer li nawçê de bi qazancê xwe dizane.