Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmanîna bûdceya rejîma Îranê, dê 2 beranberî sala derbasbûyî be

20:35 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Pêka raporan, kêmanîna bûdceya îsla a rejîmê dê 2 beranber zêdetir ji sala derbasbûyî be û li 6 mehên destpêkî ya îsal de zêdetir ji 341 hezar milyard Tumen ji bûdceyê kêm hatiye.
Pêka rapora rojnameya “Hemmîhen” a ser bi rejîma Îranê, hekî kêmhatina dahatê li 6 mehên dawî ya îsal wek kêmanîna dahat a 6 mehên destpêkî be, kêmanîna bûdceya îsal dê 2 beranberî sala derbasbûyî be û li wan 6 mehên destpêkî ya îsal de zêdetir ji 341 hezar milyard Tumen ji bûdceyê kêm hatiye.
Bi berçavgirtina bûdceya giştî ya rejîmê ya sala 1402 a Rojî ku 2 hezar û 82 milyard Tumen hatiye diyarîkirin, hewce ye ku li 6 mehên destpêkiya îsal de nêzî Hezar û 41 hezar milyard Tumen dahat heba lê heta li wan 6 mehan de kêmtir ji 700 hezar milyard Tumenê dahat hebûye.
Vê pêkê zêdetir ji 341 hezar milyard Tumen li wan 6 mehên destpêkiya îslad de bûdceyê kêm aniye.
Herwisa li vê raporê de hatiye tevî ku dahata neftê ya wan 6 mehan nehatiye ragihandin, lê ev dahat kêmtir ji 172 hezar milyardî ye û herwisa baca ku ji xelkê hatiye vergirtin li wan 6 mehan de zêdetir ji 344 hezar milyard Tumen bûye.