Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xirabiya rewşa tendirûstiya kolberekî Kurd

20:42 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Emîr Kerîmî kolberê xelkê bajarê Sewlawa ku nêzî du heftî berî niha, bi teqeya hêzên çedar yên rejîmê li ser sînorê Merîwanê hate birîndarkirin, bi mebesta neştergeriyê bo bajarê Tehranê hatiye veguhastin û rewşa tendirûstiya wî ne başe.
Li gorî rapora Ajansa Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, Emîr Kerîmî kolberê temen 40 salî û xelkê gundê Goşxanî yê ser bi bajarê Sewlawa, bi sedema kurahiya birînan ve li navendên dermanî li bajarê Merîwanê bo nexweşxaneya “Sîna” li bajarê Tehranê hatiye veguhastin.
Ev kolberê Kurd li navendên dermanî li bajarê Merîwanê du neştergerî bo hatibû encam dan, lê hêşta pêdivî bi çareseriya pizîşkî heye.
Emîr Kerîmî roja Şemî 15ê Rezbera 1402 a Rojî, li dema kolberiyê li nêzî gundê Encîran ku dikeve ser sînorê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya rastewxwe ji aliyê hêzên rejîmê ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku Emîr Kerîmî xîzandare û bavê du zarokane.