Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Newsûdê kolberekî Kurd ji aliyê hêzên çekdare rejîmê ve bi dijwarî hate birîndarkirin û di rewşa komayê de ye

11:23 - 1 Çirriya paşîn 2023

Şeva Duşemî 8ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê Irfan Muradî, xelkê Ciwanroyê li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî birîndar bû.

Hêzên çekdare hikumetê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine û serê wî bi sedema berkeftina gule, bi dijwarî birîndar bûye.

Ev kolber niha li beşa ACU ya nexweşxaneya Taliqanî a Kirmaşanê de hatiye razandin.

Rewşa Irfan Muradî, ne başe hatiye ragehandin.

Ev kolberê Kurd xîzandare û xwediyê 3 zarokane.