Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keçên qutabî vê care li Îranşehrê hatne jehrawîkirin

10:34 - 2 Çirriya paşîn 2023

Xwendevan û qutabiyên qutabxaneyekî girêdayî bi Îranşehrê kevtne ber êrîşa Şîmiyayî û hale çendîn qutabiyan bi sedema jehrawîbûnê gelek xirabe û bo nexweşxanan hatine veguhestin.

Gorî wan zaniyarî û girte vîdeoyên ku hatinî belavkirinî vê care qutabxana kiçane a gundê “Resûlabada Bexdaniye” girêdayî bajarê Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kevtiye ber êrîşa şîmiyayî û hejmarek ji keçên qutabî bi sedema jehrawîbûna bi gazên semî, tûşî wereşandin û sergêjbûnê û bê hişiyê bûne û ji aliyê malbatên wan xwe ve bo nexoşxanê hatone veguhestin.

Hinek jêder vê bûyerê heman dirêjiya êrîşa şîmiyayî a rejîmê didne zanîn û tête gotin ku dem û dest hêzên rejîmê geheştina nava qutabxanê û îznê nadne malbatên qutabiyan ku sardana qutabxanê bikin ku bizanin ev bûyere çawan bûye.

Hefteya derbasbûyî jî, dehan keçên qutabî ên Huneristana Zencanê bi sedemê êrîşa şîmiyayî jehrawî bûn û li nexweşxanê hatne razandin.

Êrîşa şîmiyayî sala derbasbûyî li piraniya bajarên Îranê de bo ser qutabxanên kiçan hatne kirin û gelek kes li ser vê baverê bûn ku rejîm bi wî awayî dixwaze tola laçik firedanê û beşdariya li şoreşa Jînayê de ji keçan weket û bi wî cureyî wan çavtirsandî bike.