Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Banê, rejîma Îranê kolberek kuştin û 4 kolber jî birîndar kirine

12:13 - 15 Çirriya paşîn 2023

Li berdewamiya teqeya hêzên hov ên rejîma Îranê li kolberan li sînorên Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî xelkê Banê hatiye kuştin û 4 kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Rêkxirawa mafê mirovî ya “Kurdpa”yê, demjimêrên şevê yê Sêşemî 23ê Xezelwerê, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, teqe li kolberan kirin ku kolberek bi navê “Yadigar Rehîmî” xelkê bajarê Banê hate ku.tin.

Hêzên hov ên rejîmê bê agehdarkirina berê, teqe li “Yadigar Rehîmî” kirine û heta niha jî ji radestkirina termê wî kolberî bi malbata wî, xwe parastine.

Herwisa li vê rojê de 4 kolberên din ên bi navên “Arwîn Mihemedî yê temen 14 salî yê xelkê bajarê Sinê, “Îman” ê temen 17 salî û “Hesen” ê temen 20 salî û “Şaho” yê temen 21 salî ku nasnavê wan 3 kesan nehatiye zanîn” bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê li sînorê “Hengejal”ê hatine birîndarkirin.