Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê dest bi ser cebilxaneya Hemasê li nexweşxaneya Şefa ya Xezê de girt

17:32 - 15 Çirriya paşîn 2023

Cebilxane û çekên Hemasê ku li nexweşxaneya “Şefa” a Xezê de hatibûne veşartin ji aliyê serbazên Îsraîlî ve hate peydakirin û hejmarek ji milîsên Hemasê jî hatine kuştin.
Rojnameya Times a Îsraîlê bi bêlavkirina raporekê daye zanîn ku Artêşa Îsraîlê kariye beşek zêde ji cebilxaneya milîsên Hemasê ku li nexweşxaneya “Şefa” ya Xezê de hatibûne veşartin peyda bike û dest bi ser de bigre û bi wî awayî tê xuya ku Hemas, nexweşxaneyan wek cihê birêveberî û fermadehiya şer û enbara cebilxaneyê bi kar tîne.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê karmend û kaderên dermanî bo parastina canê xwe, xwe veşartine û yekemîn tankêra hilgirê neftê bo nexweşxaneyan ji deriyê sînorî yê “Refeh”ê ve hatiye nav bajarê Xezê.
Herwisa Artêşa Îsraîlê gotiye ku hekî hewce bike dê operasiyona xwe li nexweşxaneyê de berfirehtir bike û ew yeka ku li nexweşxaneya Şefayê de heye bo Ertêşa Îsraîlê veşartî nîne û renge beşek ji barimtegirtiyên li destê Hemasê jî li vê nexweşxaneyê de bêne rizgarkirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîl, “Daniel Hagary” li vê derheqê de gotiye ku “operasiyênên leşkerî li çend beşên nexweşxaneya “Şefa”yê de berdewam in û li dema çona nav vê nexweşxaneyê de jî, rastî şer digel milîsên Hemasê hatine û ew kuştine”.