Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 2 hefteyan de rejîma Îranê 3 kolber kuştine û 55 kolber jî birîndar kirine

10:29 - 16 Çirriya paşîn 2023

Hêzên dije mirov ên rejîma Îranê bi teqeya rasterast û bê agehdarkirna berê kolberan dikin armanc û li heyama 2 hefteyan de 3 kolber kuştine û 55 kolber jî birîndar kirine.

Pêka Amara Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, li heyama wan 2 hefteyên derbasbûyî de, hêzên hov ên rejîma Îranê bi gulleyên şer teqê li kolberan kirine û hejmarek ji kolberan jî bi sedema lêdan û kutanê hatine kuştin an birîndar kirin û kolberek jî bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest daye ku bi giştî li wan 2 hefteyan de 55 kolber bîrîndar bûne û 3 kolber jî hatine kuştin.

Pêka amarên Kurdpayê, kolberên li heyama wan 2 herftiyan de hatine birînbdarkirin an kuştin, %52 li deverên sînorî yên bajarê Banê û %47 li deverên sînorî yên bajarê Newsûdê de bûye.

Pêka amarên Kurdpayê, li heyama 12 salan de, ji sala 1390 heta sala 1401 a Rojî, 599 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve  hatine kuştin û hezar û 362 kes jî  hatine birîndarkirin ku %70 a wan kuştî û birîndaran li encama teqeya rasterast a hêzên rejîm bûye.