Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo berhemanîn 3 bombên navkî, Oraniyoma hewce heye

10:32 - 16 Çirriya paşîn 2023

Ajansa navnetewî ya Wizeya Navkî ragihandiye ku rejîma Îranê zêdetir ji 128 kîlo Oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 heye ku dikare 3 bombên navkî ji vê qasa Uraniyomê berhem bîne.

Pêka raporekê ku ji aliyê nûçegihaniya “Royterz”ê ve belav bûye, qasa Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60, ji 6 kîlo û 700 giremî ve, gihîştiye 128 kîlo û 300 giremî, û hekî rejîma Îranê vê Oraniyomê bi tiratiya zêdetir bimeyîne, dikare bi vê qasa Oraniyomê 3 bombên navkî berhem bîne.

Pêka ragihandina Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi 42 kîlo Oraniyoma meyandî bi tîratiya %60 hekî heta tîratiya %90 bê meyandin, bombeke navkî ji vê qasa Oraniyomê tê berhemanîn.

Herwisa Ajansê careke din bi tekezî ragîhandiye ku li derheq danîna dubare ya kamêrayên çavedêrî yên Ajansê li navendên navkî yên rejîmê, digel Tehranê negihîştine ti encamekê û pirsyarên Ajansê ji rejîma Îranê  li derheq çavkaniya Oraniyoma peydabûyî ya bi tîratiya %83.7, bê bersiv mane.