Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeheke Feransê, fermana navnetewî ya girtina Beşar Esed da

10:35 - 16 Çirriya paşîn 2023

Fermana navnetewî ya binçavkirina dîktatorê Sûriyê “Beşar Esed” bi tawana hevkarî li cinayet dijî mirovahioyê, ji aliyê dadgeheke Feransê ve hatiye dan.

Dadgeha Parîs a Feransê fermana binçavkirina Beşar Esed ê Serkomarê Sûriyê daye û ew bi hevkarî li encamdana cinayet li dijî mirovahiyê li êrîşên kîmiyayî li Sûriyê bi tawanbar naskiriye, herwisa wê dadgehê fermana navnetewî bo binçavkirina birayê Beşar Esed” ê bi navê “Mahir Esed” jî daye.

Pêka rapora Radiyo Feransê, Beşar Esed bi tawana hevkarî li êrîşên kîmiyayî yên sala 2013 a Zayînî li Sûriyê û “Mahir Esed” jî bi tawana serkuta berfireh a xelkê Sûriyê wek fermandeyê leşkera 4 a Zirêpoşa Artêşa Sûriyê û beşdarî li cinayetên şer de ji aliyê “Dadwerên Navenda Cinayetên li dijî Mirovahî ya Dadgeha Dadweriya Parîs”ê ve bi tawanbar hatine naskirin.

Hêjayê gotinê ye ku dana fermana navnetewî ya binçavkirina “Beşar Esded û Mahir Esed” bi sedema tawanên wek “beşdarî li cinayeta şer, beşdarî li cinayet li dijî mirovahiyê” hatiye dan û ew biryara li encama lêkolênên beşa cinayî li ser êrîşa kîmiyayî  ya meha Agost a 2013 ya bajarê “Doma” ya Sûriyê de ji aliyê dadgeha Parîsê ve hatiye dan.

Pêka lêkolînên Saziya Netewên Yekgirtî, Beşar Esed li hember dijberên xwe de gazên wek “Sarîn û Kulor” wek çeka şer bi kar aniye.