Cebirxane û çekên Hemasê ku li nexweşxaneya “Şefa” a Xezê de hatibûne veşartin ji aliyê serbazên Îsraîlî ve hatine peydakirin û hejmarek ji milîsên Hemasê jî hatine kuştin.
Rojnameya Taimes a Îsraîlê bi bêlavkirina raporekê daye zanîn ku Artêşa Îsraîlê kariye beşek zêde ji cebirxaneya milîsên Hemasê ku li nexweşxaneya “Şefa” ya Xezê de hatibûne veşartin peyda bike û dest bi ser de bigre û bi wî awayî tê xuya ku Hemas, nexweşxaneyan wek cihê birêveberî û fermadehiya şer û enbara cebirxaneyê bi kar tîne.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê karmend û kaderên dermanî bo parastina canê xwe, xwe veşartine û yekemîn tankêra hilgirê neftê bo nexweşxaneyan ji derwazê sînorî yê “Refeh”ê ve geheştiye nav bajarê Xezê.
Herwisa Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku hekî hewce bike dê operasiyona xwe li nexweşxaneyê de berfirehtir bike û egera hindê heye ku beşek ji barimteyên li destê Hemasê jî li vê nexweşxaneyê de bêne rizgarkirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîl, “Daniel Hagary” li vê derheqê de gotiye ku “operasiyênên leşkerî li çend beşên nexweşxaneya “Şefa”yê de berdewam in û li dema çona nav vê nexweşxaneyê de jî, rastî şer digel milîsên Hemasê hatine û ew kuştine”.