Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Belûçistanê li hember cinayetên rejîmê de bertekê nîşan didin

08:20 - 2 Çirriya paşîn 2023

Piştî evê ku roja çarşemiyê hêzên mirovkuje rejîmê teqe ji kasibkar û şewatberên Belûç kirin ku di encamê de çlndîn lavên Belûç birîndar bûn, xelkê nawça Cekîgor a girêdayî bajarê Raskê, bi dar û beran êrîş kirne ser hêzên rejîmê û maşînên tepeserkarên rejîmê bi keviran şikandin û cinayetkarên rejîmê ji tirsa kerb û kîna xelkê ji reva xwe re negeheştin.

Şeva derbasbûyî jî Maşîneke hêzên dijîgeliye rejîmê li Bempûra Sîstan û Belûçistanê kevte ber desrêjiya gulleyên çekdarên nenaskirî ku di encamê de çendîn kes ji hêzên rejîmê hatne kuştin û birîndarkirin.

Heya dema amadekirina vî nûçeyî, nave yêk ji piledarên hêzên Întizamî bi nave Qurbanelî Riyabî eşere bûye.

Hinek zaniyariyên ku belav bûnî, amaje bi hindê kirine ku di vê êrîşê de 4 kes ji hêzên rejîmê hatine kuştin.

Herwisa li Îranşehrê jî maşîneke geşta hêzên rejîmê kevte ber desrêjiya çekdarên nenaskirî ku ti zaniyariyek li derheq kuştî û birîndarên rejîmê ber dest nine.