Hêzên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê heyameke ku bo kontrolkirina xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê li nimêja rojên Înê yên bajarê Zahidanê, ji parêzgehên din hêzeke zêde dikêşîne bo Zahidanê û vê carê bi zirşpoşên zêdetir Zahidan bi temamî milîtarîze kiriye.
Nûçegihaniya “ISNA” a ser bi rejîma Îranê îdia kiriye ku, maşînên zirêpoş ên cura “gullenebir a Tûfan” bo zêdetirkirina ewlehî û aramiyê û rawestana micid li hember têkderên ewlehiyê, li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê de cihgîr kirine.
Pêka Îdiaya feremandeyê hêzên hov ên întizamî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê “Dostelî Celîliyan” ew maşênên zirêpoş bo rawestan li hember “diz û şerxwazan” dê bêne bikaranîn.
Tirsa rejîmê ji kombûna xelkê li nimjên rojên Înê li bajarên Zahidan û bajarên din ên wek bajarê “Xaş”ê bi qasekî zêdeye ku ji sibêdeha rojên Înê, wan bajaran milîtarîze dike û tevî cihgîrkirina hêzên tepeserkar û leşkerî li şeqamên wan bajaran, cihên vekolînê li ser şeqaman dadinê û jin, mêr û heta zarokan jî vedikolin.
Hemû rojên Înê, xelkê bajarên wek “Zahidan û Xaş”ê xwenîşandanên hêminane lidar dixin û heta niha rejîma Îranê bi ti awayekî nekariye îradeya gelê Belûç bişkêne û bikare rêgiriyê ji birêveçona wan xwenîşandanan bike.