Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku dê Hemasê li başûrê Xezê de jî ji nav bibe

11:13 - 18 Çirriya paşîn 2023

Berdevkê Artêşa Îsraîlê gotiye ku şer heta dawîhatin bi Hemasê dê berdewam be û Artêşa Îsraîlê hêzên Hemas li başûrê Xezê de jî dê bike Armanc.

Berdevkê Artêşa Îsraîl Generalê payebilind “Daniel Hagari” şeva Înê 26ê Xezelwerê de bi belavkirina peyamekê li ser tora civakiya “X” ragihand: “Li her ciheke Xezê de Hêza Hemasê hebe, Artêşa Îsraîlê dê êrîşê bike ser û wan bike armanc û Artêşa Îsraîlê biryar daye operasiyonên xwe heta li başûrê Xezê de jî bidomîne”.

Herwisa navbirî ragihand ku Artêşa Îsraîl dê êrîşên xwe li dem û cihê tyaybet bi xwe de bi awayekî encam bide ku bi qazanca Artêşa Îsraîlê be.

Şêwirmendê Ewlehiya netewî ya Îsraîl “Tzachi Hanegbi” li vê derheqê de ragihand: “Şer heta jinavbirina tev girûpên Cehada Îslamî û Hemasê divê bidome û heta Îsraîl rêberên Hemas û Cehada Îslamî ji nav nebe, ev şer dê her berdewam be”.