Pêka raporên belavbûyî, li seranserê Îranê de înternet bi awayekî berfireh qut bûye lê heta niha sedema vê qutbûna înternêtê nehatiye zanîn.
Pêka raporên belavbûyî li malperên xwecihî yên Îranê, ji demjimêrên sibêdehê ve Înterneta malan û mobaylan bi awayekî berfireh li seranserê Îranê de qut bûye an bi qasekî lezgîniya vê daketiye ku nayê bikaranîn an jî bi şêwazekê aloz bûye ku ji kar kevtiye.
Pêka wan raporan, hejmaerk ji torên civakî niha ji kar kevtine û bikarhênerên wan torên civakî nikarin mifahê ji wan toran verbigrin.
Rejîma Îranê gelek caran bo perdepoşkirina rastiyên bûyeran û dernekevtina wan li ser torên civakî, înternetê bi taybet li deverên ku alozî hene qut dike lê qutbûna vê carê hêj xuya nîne ku bi çi sedemekê ye.