Roja Çarşemî 10ê Xezelwera 1402 a Rojî, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Birîtaniya “Rizgar Alanî”, endamê rêberatiya Hizba Demokrat “Mewlûd Siware” û andama Hizba Demokrat “Aryako Rehîmî” li parêzgeha “Lambîsî”, li mênomênta Helebçê û bi biranîna Kobanê li bajarê Lendenê de beşdarî kirin.
Li vê bi bîranînê de piştî axaftinên parêzgarê “Lambîs”ê “Serbaz Berzencî”, perde li ser peykerê sembolîk ê kîmiyabarankiriyên Helebçê, hildan.
Li vê rêûresmê de heyeta Hizba Demokrat digel hejmareke berçav ji nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Birîtaniya, “Serbaz Berzencî” û nûnerên hizb û aliyên din ên siyasî hevdîtin kirin.