Xwendevanê Kurd ên bajarê Seqizê pîlaneke rejîma Îranê bo piştevanîkirina bi zorê li milîsên Hemasê, pûç kirin.
Pêka rapora gihîştî bi “Odeya Nûçeyan” a Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Şemî 27ê Xezelwera 1402 a Rojî ,hêzên serkutker ên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi givaşxistin bi ser xwendevanan, hewl dane ku rêpîvna seranserî bi dijî Îsraîlê bi rê ve bibin û piştevanî li milîsên Hemasê bikin.
Pêka zanyariyan, hêzên spaha pasdaran a terorîst û hêzên hov ên ewlehiya rejîmê, hewl dane ku bi bê îzinwergirtin ji malbata xwendevanan, zarokên wan li rêpîvan a bo piştevanîkirin li Hemasê de beşdar bikin û wan neçar bikin ku li dijî Îsraîlê dirûşman bidin.
Xwendevanên hişar ên Seqizê, bi mangirtin û beşdarînekirin li vê rêpîvanê de bersiva hêzên rejîma Îranê dane û bi tenê kesên ser bi rejîmê li vê rêpîvanê de beşdarî kiribûn.
Ew hewla rejîmê li halekê de ye ku zêdetir ji salekê ye ku dersxwanan bi awayekî berçav beşdarî li nerizayetiyên piştî şehîdkirina “Jîna Emînî”li dijî rejîma Îranê de kirine û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê de tevlî xwenîşandanên nerizayetî yên serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê bûne.