Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Kirmaşan û Şabadê de peresdaran kombûna nerizayetiyê lidar xistin

14:35 - 18 Çirriya paşîn 2023

Peresdarên nexweşxaneyan li bajarên “Kirmaşan û Şabad”ê de li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa bajarê Yezdê li Îranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.
Roja Şemî 27ê Xezelwerê, li bajarên “Kirmaşan û Şabad”ê de li Rojhilatê Kurdistanê, peresdarên nexweşxaneyan li ber deriyê zanîngeha zanistên pizîşkî ya bajarê Kirmaşanê kombûna nerizayetî lidar xistin û bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman, kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin.
Rêjeyeke zêde û berçav ji peresdarên bajarê Kirmaşan û Şabadê li vê kombûna nerizayetiyê de beşdarî kirin û li derheq bi paşketina yek sal mûçeyên zêdekarî û xizmetkariyên dermaniyên xwe nerizayetiya xwe nîşan dane û dirûşm dane.
Herwisa li bjarê Yezdê de jî peresdaran kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistine.