Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukraynê 29 dironên cura şahid xistine xwarê

11:16 - 19 Çirriya paşîn 2023

Hêza Esmaniya Ukraynê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Rusiyê bi 38 dironan ên berhemên rejîma Îranê êrîş kiriye ser Ukraynê ku sîstema berevaniya Ukraynê 29 ji wan dironan xistine xwarê.

Artêşa Ukraynê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku li 24 demjimêran de Artêşa Rûsiyê bi 38 dironan ên curên “Şahid 131 û Şahid 136” êrîş kiriye ser deverên bakûrî û başûrê rojhilatê Ukraynê û hêza esmaniya Ukraynê kariye 29 ji wan dironên xweteqîn, bêxe xwarê.

Artêşa Ukraynê daye zanîn ku bi rêya sîstema berevaniya esmanî, balafirên şerker û çekên taybet bo berevaniya esmanî, kariye wan dironan bike armanc û biteqîne.

Li vê rapora Hêza Esmaniya Ukraynê de ti îşareyek bi xisarên malî an canî nehatiye kirin lê dewleta Ukraynê ragihandibû ku beşek li jêrxanên medenî li bakûr û başûrê rojhilatê Ukraynê kevtiye ber êrîşa dironan û bûye sedem ku berqa bajarê qiraxavî yê Odêsayê bi awayê demkî qut bibe. 

Tevî çendîn belge û raporên taybet ên navnetewî li ser şandina dironan ji aliyê rejîma Îranê bo Rûsiyê, rejîma çewtekar a Îranê înkar dike ku piştî şerê Rûsiye û Ukraynê, diron bo Rûsiyê şandibin.