Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya Perestaran li Kurdistan û îranê

11:18 - 19 Çirriya paşîn 2023

Peresdaran li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza pêregihîştin bi paşketina yek sal hiqûqê zêdekarî û xizmetkariyên dermaniyên xwe û pêregeheştin bi rewşa xirab a jiyana xwe kirine.

Roja Şemî 27ê Xezelwerê, li bajarên “Kirmaşan, Sine û Şa’abad”ê de li Rojhilatê Kurdistanê, peresdarên nexweşxaneyan li ber deriyê zanîngeha zanistên pizîşkî li bajarê Kirmaşan û Sinê de kombûna nerizayetî lidar xistin û bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman, kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li bajarê, Tehran, Erak û Yezdê de jî peresdaran kombûnên berfireh ên nerizayetiyê li ber deriyê zanîngeha zanistên pizîşkî, lidar xistine.

Li bajarê Ehwazê de jî kedkarên girêbestî yên wezareta neftê li derheq birêveneçona yasayên girêbestkarî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birîne.