Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê peyman digel xwîna Şehîdan têt nû kirin

11:22 - 19 Çirriya paşîn 2023

Di yekemîn salvegera şehîdbûna çendîn xortên şoreşvan li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de, xelkê Kurdistanê û malbat û evîndarên rêbaza azadiyê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, yadê şehîdan bilind nirxandin û ev bi bîr anîn û peyman digel xwîna wan nû kirin.

Li bajarê Bokanê yekemîn salvegera şehîd Xefûr Mewlûdî hate bi bîranîn û bi amadebûna dehan kesan, kulûlkên sor li ser mezarê wî hatne danîn.

Herwisa li bajarê Bokanê yadê şehîd Hîwa Canan bilind hate nirxandin, û dayîk û bavê wî şehîdî, bi danana wêneyên şehîd Hîwa û hilkirina Şemalan û danana Kulûlkan, kurê xwe yê şehîd bi bîr anîn.

Her di wê rojê de di yekemîn salvegera şehîdbûna Mihemed Hesenzade de li Bokanê, yadê wî bilind hate ragirtin.

Her li Bokanê li yekemîn salvegera şehîdbûna Mîlad Meerûfî de, dayîka wî şehîdî bo beşdarbûyîyan axivî.

Li bajarê Sinê jî yekemîn salvegera şehîdbûna şehîdan Hemîd Gulî, Aram Hebîbî, Husên Ebdpenah, Umîd Hesenî, bilind hate nirxandin û li merasimên cuda cuda de, peyman digel xwîna wan şehîdan hate nûkirin.

Li bajarê Mihabadê jî yadê yekem salvegera şehîdbûna şehîdan Mêhran rehmanî, Azad Husêynpûrî,  xweşmêrn şoreşa bi dijî dîktatoriyê hate bi bîranîn.  

Herwisa li bajarê Pîranşehrê jî, yekem salvegera şehîd Emîr Ferasetî hate bi bîranîn.