Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li navbera Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê berdewam e

11:34 - 19 Çirriya paşîn 2023

Atrêşa Îsraîlê li nav bajarê "Cinîn"ê, li bakûrê Felestînê de ye û şerekî giran li navbera wan û milîsên Hemasê de qewimiye û herwisa şer li "Xan Yûnis" û sînorê Lubnan û Îsraîlê jî berdewam e.

Artêşa Îsraîlê roja Yekşemî 28ê Xezelwerê, çone nav bajarê "Cinîn" li bakûrê Felestînê û şer li navbera wan û milîsên Hemasê de qewimiye û pêka hinek ji girtevîdyoyan, Artêşa Îsraîlê bo bi pêşveçon li şeqaman de bi alavên bolduzêr, şeqamên daxistî vekirine û bi pêşve çone.

Heta niha ti amarek li xisarên malî û canî yên Îsraîl û Hemasê li şerê Cinînê de belav nebûye.

Li bajarê "Xan Yûnis" li devera Xezê de şer berdewam e Artêşa Îsraîlê bi rêya esmanî û vejayî êrîşên dijwar kirine ser milîsên Hemasê.

Herwisa li sînorî Îsraîl û Lubnanê de jî şer di navbera Hizbullah a Lubnanê digel Artêşa Îsraîlê berdewam e û pêka raporên belavbûyî zêdetir ji 76 milîsên Hizbullahê hatine kuştin.