Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma dîktatore Îranê givaşên zêdetir dêxe ser xelkê û bi taybet jinan

11:39 - 19 Çirriya paşîn 2023

Rejîm ji bona tepeseriya zêdetir, li nava Metro û ser şeqaman hêzên tepeserkare xwe danane ku bi navê parêzerên Hicabê, givaş û mizahimeta zêdetir bo Keç û Jinan çêbikin.

Gorî wan vîdeo û wêneyên ku li Metroya tehranê belavbûnî, rejîmê hêzekî zêde a tepeserkar û piraniya wan hêzan jî Jinin, li herduk aliyên hain û çonê li Metroyê de danane ji boy mizahimet û azar û pêşî pêgirtina jin û keçan ku gorî biryar û xwasta rejîmê hicaba destê zorê berçav nagrin.

Xelkê Îranê û xebatkarên siyasî û medenî, navê wê cure rawestiyan û çavedêriya hêzên dijî mirove rejîmê li nava Metroyê de, danane çêkirina “Tonêla wehşetê” ku dema xwe de hikûmeta Îraqê ev Tonêla Wehşetê ji boy êxsîrên şerê îranê re çêdikirin.

Ev hêzên rejîmê berdewam pêşya Jin û keçan digirin û haydariyê didne wan ku hekî hicaba sepandiye rejîmê berçav negirtibin.