Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemû çalakiyên “Hemas” û tora “Samidûn” li Alman hatine qedexekirin

17:10 - 2 Çirriya paşîn 2023

Wezîra Navxweya Alman ragihand ku hemû çalakiyên girûpa Hemasê û tora Samidûn li Alman de hatine qedexekirin.

Wezîra Navxwe ya Alman “Nancy Faeser” roja Pêncşemî 11ê Xezelwera 1402 a Rojî, li axaftineke fermî de li bajarê Berlînê, gotiye: “Ji îro ve, tevahiya çalakiyên girûpa Hemasê li Alman û herwisa tora Samidûn li wî welatî de qedexe ye”.

Piştî êrîşa hovaneya girûpa Hemas bo ser xelkê medenî li festîvala aştiyê li nêzî Xezê û kuştina jin, zarok keç û kurên bê tawan bi awayekî dûr ji mirovahî û reftarên neşiyav digel kuştî û birîndaran û gerandina termê keçên bê kinc li nav şeqamên Xezê, bi tevahî rûkê Hemasê bo xelkê cîhanê  xuya kir.

Rejîma Îranê bi rêya Hemas û Cehada Îslamî hezaran kes ji xelkê felestîn û Îsraîlê bi kuştin daye û bi 10an hezar kes jî birîndar bûne û Xeze kawil bûye.

Herwisa  tora “Samidûn” ku li sala 1390 a Rojî de hatiye avakirin û li torên civakî yên wek “Youtube, X, Telegram, Instagram, Face book û çendîn torên din ên civakî” de nûçe û raporan belav dike, bi tevahî hatiye qedexekirin.