Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî olî yê Kurd careke din hate binçavkirin

17:58 - 19 Çirriya paşîn 2023

Mamostayekî olî yê xelkê bajarê Bokanê ku berê li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû azadkirinê, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.
Pêka rapora “Çawnews”ê  roja Şemî 27ê Xezelwerê, Mamosta Mela “Hesen Fethî Xizirlek” ê pêşnimêjê Mizgevta “Qazliyan” a ser bi bajarê Bokanê, ku li 25ê Befranbara 1401 a Rojî, li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de hatibû binçavkirin û piştre li 23ê Reşemeya hemen salê de hatibû azadkirin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin. 
Hêjayê gotinê ye ku Mamosta Mela “Hesen Fethî Xizirlek” sala derbasbûyî bi danîna barimteyê ji girtîgeha rejîmê hatibê azadkirin û 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Heta niha ti zanyariyeke din li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî mamosteyê kurd de li ber dest nîne.