Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li 2 mehên derbasbûyî de 6 kolber li deverên Sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê de kuştine

10:36 - 20 Çirriya paşîn 2023

Li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, li heyama 2 mehên derbasbûyî de zêdetir ji 138 kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hatine kuştin an birîndarkirin ku 8 kes ji wan, zarok in.

Pêka raporên belavbûyî, ji destpêka meha Rezberê heta 27ê Xezelwera 1402 a Rojî anku heyama 2 mehan, bi gelemper 138 kolber ku 8 ji wan zarok in, li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê de bi sedemên wek teqeya rasterast ji aliyê henga sînorî, lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê û teqîna mînê de hatine kuştin an birîndarkirin.

Pêka raporên belavbûyî, li heyama wan 2 mehan de 6 kolber hatine kuştin û 132 kolber jî hatine birîndarkirin û %92 bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê bûye.

Li sînorê “Hengejal”ê 85 halet, li sînorê “Newsûd”ê 33 halet û li deverên din jî 20 halet qewimîne.

Li 6 mehên destpêkî yên îsal de li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, 13 kolber hatine kuştin û 77 kolber jî birîndar bûne ku 77 halet anku %91, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîmê bûne.