Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rejîma Îranê îşare dikim ku şer digel Îsraîlê dê berfirehtir bibe

09:25 - 20 Çirriya paşîn 2023

2 berpirsên rejîma Îranê gotine ku li rojên bê de, dê şer digel Îsraîlê berfirehtir dibe û çen aliyên din dê tevlî şer digel Îsraîlê bibin, ji aliyê din ve Serkomarê Îsraîlê gotiye ku ew şerê cîhana pêşketî digel Hemasê ye.

Endamê kora “Teşxîsê Mesliheta Nizam” a rejîmê, “Muhsin Rizayî” îşare dike ku li çend rojên din de, çendîn eniyên şer ên din dê tevlî şer bibin, li aliyê din ve jî Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “ Husên Emîrabdullahiyan” gotiye ku em dibînin ku qonaxa yekê ya berfirehtirbûna şer digel Îsraîlê dest pê dike û eger Îsraîl şer nesekinîne, dê rewşeke micidtir li deverê bê dîtin”.

Gotinên wan berpirsan û hewlên rejîmê bo bikuştindana xelkê Lubnan Felestîn û Yemenê, li halekê de ye Xeze kawil bûye û Hemas dem bi dem ber bi jinavçona tevav ve diçe û tevahiya wan şeran bi pîlana qirêj a rejîmê bo bi kuştuindana xelkê deverê ye û rejîma Îranê hemas kiriye qurbanî û qurbaniyê bê, renge Hizbullah û xelkê Lubnan an Husî û xelkê û Yemenê bin.

Ji aliyê din ve jî Serkomarê  Îsraîl “Isaac Herzog” li derheq şerê Îsraîl û Hemasê gotiye: “ ew şerê ku niha qewimiye, bi tenê şerê Îsraîl digel Hemasê nîne, belku şerê tevahiya cîhana pêşkevtî digel Hemasê ye û em li rawestan li hember vê xirabiyê, micid in”.