Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihandiye ku li çend rojên derbasbûyî de 100 kes ên ser bi Hemasê binçav kirine

11:56 - 20 Çirriya paşîn 2023

Saziya Ewlehiya Îsraîl “Shin Bet” û ertêşa Îsraîlê li daxuyaniyeke hevpar de ragihandine ku zêdetir ji 100 kes ên ser bi milîsên Hemasê li Xezê de binçav kirine.

Pêka daxuyaniya hevpar a Saziya Ewlehiya Îsraîl “Shin Bet” û Artêşa Îsraîlê, zêdetir ji 100 kesên ser bi milîsên Hemasê li çend rojên derbasbûyî de li bajarê Xezê de binçav kirine û bo lêpirsînan bo Îsraîlê veguhastine.

Pêka vê daxuyaniyê, endamên bijarte yên Hemasê, hêzên mûşekî, nîşançî, karnasên madên teqînê û hêzên veguhastinê li nav wan kesên binçavkirî de hatine naskirin ku li lêpirsînan de zanyariyên li derheq cihên tûnelan û enbarên cebilxaneya Hemasê û zanyariyên li ser şêwaza encamdana operasiyonên Hemasê, dane Îsraîlê.

Malpera nûçeyan a “Times Îsraîl” li derheq wan kesên binçavkirî de belav kiriye ku ew ji endamên hêzên bijartî yên Hemasê ne ku li êrîşa 15ê Rezberê de bo ser başûrê Îsraîlê, beşdarî kirine.

Li êrîşa 15ê Rezbera 1402 a Rojî, hêzên hov ên Hemasê bi awayekî dûr ji hemû pirensîpên exlaqî û mirovî, 240 kes li festîvala aştiyê de bi dîl girtin û zêdetir ji hezar û 200 kes jî kuştin ku tevahiya wan, kesan medenî ji mêr, jin, zarok û ciwan ên bêtawan pêkhatibûn.