Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiya banghêjî bi rê ve çon

12:24 - 20 Çirriya paşîn 2023

Endamên Hizba Demokrat li bajarên “Pîranşarê û Banê”, de çalakiya banghêjî lidar xistin û soza emegnasiya xwe digel Hizba Demokrat dubare kirin.

Tevî rewşa aloza ewlehî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li gundê “Qelatî Menguran”ê  ser bi bajarê Pîranşarê û gundê “Bilesen”ê ser bi bajarê Banê, çalakiya banghêjî lidar xistin û alaya Kurdistanê bilind kirin.

Endamên têkoşer ên Hizba Demokrat li bajarên “Pîranşar û Banê” de tevî dubarekirina soza emegnasiya xwe bo Hizba Demokrat, ragihandine ku bo encamadana her erkekî Hizbî û niştimanî amade ne û li herewşekê de şiyan û amadehiya bi rêvebirina her cure çalakiyekê hene.