Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên Muxabiratê li 29ê Xezelwerê, kombûna nerizayetiyê li çendîn parêzgehan, lidar xistine

16:59 - 20 Çirriya paşîn 2023

Pêka bernameya heftiyaneya malnişînkiriyên Muxabiratê, roja Duşemî 29ê Xezelwerê, li vê heftiyê de jî kombûna nerizayetiya malnişînkiriyên Muxabiratê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

Roja Duşemî 29ê Xezelwera 1402 a Rojî, malnişînkiriyên Muxabiratê li parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên “Tehran, Îsfehan, Erdebîl, Gîlan û fars” de jî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza cîbicîkirina daxwaziyên xwe yên rewa kirine.

Herwisa li vê rojê de jî peresdaran li nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sinê de jî kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Li roja Yekşem, 28ê Xezelwerê jî li 19 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî, peresdaran û karmendên pîşeya neft û gazê û kombûnqa nerizayetiyê lidar xistibûn û herwisa kêmendaman jî li 9 bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistibûn.