Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê bajarê Urmiyê bi sedema berbûn ji bilindahiyê canê xwe ji dest da

18:08 - 20 Çirriya paşîn 2023

Kolberekî xelkê devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê li dema kolberiyê de bi sedema berbûn ji bilindahiyê canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Demjimêrên şevê ya Yekşemî 28ê Xezelwera 1402 a Rojî, “Qesîm Kerîmî”yê temen 23 salî û kurê “Îrec” ê xelkê gundê “Firêziyan” ê ser bi devera “Soma” li bajarê Urmiyê, bi sedema berbûn ji bilindahiyên sînorî, canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora Kurdpayê, ew kolbere bi sedema alozbûna rewşa hewa tûşî berbûn ji bilindahiyê hatiye.

Ew kobere xêzandar û bavê 2 zarokan e.