Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê çend binkeyên Hizbullahê teqandin

10:55 - 21 Çirriya paşîn 2023

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku li bersiva êrîşên Hizbullaha Lubnanê de navendeke fermandehî û çend binkeyên din ên Hizbullahê teqandine.

Artêşa Îsraîlê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku piştî êrîşa rakêtî ji aliyê Hizbulaha Lubnanê ve bo ser bakûrê Îsraîl, rakêtek li ciheke vala kevtiye û alaveke nenaskirî jî ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ve hatiye teqandin û li bersivê de Artêşa Îsraîlê navendeke fermandehî û çend binkeyên Hizbullahê li başûrê Lubnanê, teqandin.

Hizbullah a Lubnanê jî li vê derheqê de ragihandiye ku bi diron, topxane û mûşekan bakûrê Îsraîlê kiriye armanc û yek ji wan armancan hejmarek serbazên Îsraîlî bûne, lê Îsraîlê ragihandiye ku bi tenê rakêtek li erdekî vala kevtiye û çi amaje bi xisarên canî nehatiye kirin.

Li berdewamiya êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser Xezê de jî, berdevkê wezareta Berevaniya Îsraîl “Daniyên Hagarî” bi belavkirina wêne û girte vîdyoyan ragihand: “Artêşa Îsraîlê kargeheke berhemanîna rakêtan, hejmarek çek û cebilxane û deriyê tûnêlekê li nav mizgevta taxa “Zeytûn” a bajarê Xezê de peyda kirine û ji nav birine” û bi tekezî got: “hêzên Hemasê bi mifah vergirtina Mizgevtan wek cihê şer, Îslam û cihên Olî û Mizgevtan bo terorkirinê bi kar tînin”.