Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milyonek û nîv Zarokê li Îranê de li devedevê terka xwendinê de ne

08:31 - 21 Çirriya paşîn 2023

Gorî wan nîgeraniyên ku li derheq egera dev berdana ji xwendina pitir ji Milyonek û nîv Zarokan, hate ragihandin ku 14 Milyon Zarok jî li wan malbatan de dijîn ku şiyana dabînkirina xwarina hewce bo Zarokên xwe çinin.

Karnasê navenda lêkolîna Meclîsa rejîmê Hadî Mûsewî Nîk gotiye: Gorî amarên perwerde û pêgihandinê, nêzî 450 Hezar Zarok îsal ji xwendinê pare mane û nêzî Milyonek û nîv Zarokên dinê jî egera hindê heye ku terka xwendinê bidin.

Hevdem Wezîrê berê yê Perwerde û pêgihandinê bi amaje kirin bi amara navenda lêkolîna Meclîsa rejîmê, hejmara wan qutabiyên ku li Îranê de ji xwendinê pare mane, 930 Hezar kes ragihand û got ev dê bibne nexwendewarê pêşeroja welat.

Terka xwendinê û pareman ji xwendinê pitir vedigere bo ser belengazî û hejariya piraniya xelkê, ku malbatan şiyana dabînkirina hewcehiyên xwendina Zarokên xwe çinînin û gelek ji wan Zarokan dev ji xwendinê berdidin û dikevne nava karên dijwar û metirsîdar ji bona peyda kirina nanê rojane ye xwe û malbata xwe.

Ji bilî dev berdana Zarokan ji xwendinê bi sedema belengazî û nedariyê, li hindek herêmên Îranê bo mînak weke Sîstan û Belûçistanê, bi sedema nebûna Qutabxanê li sedan gundan de û nebûna Mamosta û girîngî nedana rejîmê Sedan Hezar Zarok ji xwendinê bêpar mane.