Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê 2 zarokên din jî li Pîranşarê binçav kirin.

17:46 - 21 Çirriya paşîn 2023

Li bajarê Pîranşarê de hêzên ewlehî yên rejîma Îranê 2 zarokên din jî ên bi navên “Pêşewa Nebî” û “Karzan Nebî” binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li demjimrên şevê, Duşemî 29ê Xezelwerê, 2 zarok ên bi navên “Pêşewa Nebî” yê temen 16 salî û “Karzan Nebî” yê 15 salî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Li heyama 2 rojan, anku 28 û 29ê Xezelwewrê de, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê 5 zarokên ku temenê wan li navbera 14 heta 16 salî ye, li bajarê “Pîramnşar”ê de binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Li vê deheqê de roja 29ê Xezelwerê, zarokek temen 16 salî yê bi navê “Komar Nebî”, kurê “Şêrko” û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye binçavkirin û li 28ê Xezelwerê de jî 2 zarokên din ên bi navê “Hêdî Yûsifîeqdem” ê temen 16 salî û “Ferzîn Nebî” yê temen 14 salî, xelkê bajarê “Pîranşar”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan 5 zarokên xelkê “Pîranşar”ê de ti zaniyeriyek li ber dest nîne.