Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê careke din pişt bi rejîma Îranê kir

17:56 - 21 Çirriya paşîn 2023

Rûsiyê ku girêbesteke 120 milyard Dolarî digel Îranê\ li beşa pîşeya neftê de wajo kiribû, girêbesta xwe pûç kir û sermayeya xwe bo pareyeke zêdetir bo Îraqê veguhast.
Rûsiyê girêbesteke 120 milyad Dolarî digel Îranê li warê pîşeya neftê de wajo kiribû, lê Îraqê pêşniyara heqdesta zêdetir bi Rûsiyê da û Rûsiyê tevî ku girêbesta xwe digel pîşeya nefta Îranê pûç kiriye, hemû darayiya xwe jî bo Îraqê veguhastine.
Herwisa Îraqê pêşniyara heqdesta zêdetir bi bisporên pîşeya nefta Îranê dane ku digel wan kar bikin û heqdesteke çend qat zêdetir ji heqdesta Îranê bi wan bidin.
Pêka gotina rojnameya “Hemmîhen” a ser bi rejîma Îranê, bisporên pîşeya neft û gaza Îranê rû bi Îraqê dikin û pişeya nefta Îranê bi micidî tûşî jidestdana hêza mirovî dibe.
Herwisa vê rojnameya rejîmê daye zanîn ku Îraq bi piranî li ser kanên neftê ên hevpar digel Îranê tekezî kiriye û dixebitin û bi hilêncana gelek zêdetir, neft û gaza gelek zêdeyir berhem tînin ku ew yeka dibe sedem ku givaşa kana neftê li beşa Îranê bi tundî dakeve ku qasa hilêncanê li aliyê Îranê, gelek kêmtir dike.
Herwisa vê rojnameyê nivîsandiye, li halekê de Îranê li jêr givaşa dorpêçên Amerîkayê de ye û mijûlê piştevanîkirin ji Hemas û girûpên din ên “moqawimet”ê ye, xwediyên darayî û sermayeyan û herwisa bisporên nefta Îranê, ji Îranê têne standin.
Ew yeka li halekê de ye ku rejîma Îranê li ser wan siyasetên xwe yên îflaskirî  ku bi berdewam rastî şikestê tên, pêdegirî dike û roj bi roj dijwariya kirîzan li Îranê zêdetir dibin.