Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa Wagner dixwaze sîstema berevaniya esmanî bide rejîma Îran an Hizbullaha Lubnanê

10:47 - 22 Çirriya paşîn 2023

Amerîkayê gotiye ku girûpa bi kirêgirtiyên Wagnerê bi fermana Rûsiyê dixwaze sîstema bervaniya Esmanî bide Îranê an Hizbullah a Lubnanê û rejîma Îranê jî mûşekên balistîkî bide Rûsiyê.

Pêka zanyariyên ku Amerîkayê belav kirine, girûpa bi kirêgirtiyên “Wagner” dixwaze sîstema berevaniya esmanî bide Îranê an milîsên Hizbullah a Lubnanê û herwisa rejîma Îranê jî dixwaze mûşekên balistîkî bide Rûsiyê ku li şerê digel Ukranê de bi kar bîne.

Li vê derheqê de Birêveberê Pêwendiyên Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê “John Kirby” li hevpeyvîneke rojnamevaniyê de li roja Sêşemî 30ê Xezelwerê, ragihand: “ Wagner bi fermana dewleta Rûsiyê, mijûlê amadekarî bo dana wê sîstema berevanî ye”.

Herwisa navbirî gotiye: “Em bi hûrî çavdêriyê bi ser de dikin ku ew girûpa dê wan alavên leşkerî bide Îranê an Hizbullah a Lubnanê û Amerîka jî amadeye ku “dorpêçên dijî terorîzmê” li dijî Rûsiyê rabigehîne ku li rewşeke wiha de li veguhastinên alozker de beşdariyê dikin”.

Herwisa “John Kirby” Huşdarî daye: “Îran dikare mûşekên balistîkî bo destdirêjiyên Rûsiyê bo ser Ukraynê, bide Rûsiyê, Îranê jî ku heta niha diron û cebilxaneya topxaneyê gihandine Rûsiyê, dikare pêngeveke zêdetir bo hevalbendê xwe hilde”.

Pêka rapora rojnameya “The Wall Street Journal” ku li vê mehê de belav bibû, girûpa bi kirêgirtiyên Wagner dikare sîstemeke berevaniya mûşekî ya “SA-22”  bide Hizbullah a Lubnanê ku ser bi rejîma Îranê ye û nigeraniya vê yekê heye ku şerê li navbera Îsraîl û milîsên Hizbullah a Lubnanê tundtir bike.