Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 2 navendên milîsan ên ser bi rejîma Îranê li Îraqê teqandin

09:09 - 22 Çirriya paşîn 2023

“CENTCOM”ê ragihand ku li sibêdeha roja Çarşemî 1ê Sermawezê 1402 a Rojî, bo bersivdan bi êrîşên milîsan ên ser bi rejîma Îranê, çend bibkeyên wan milîsan li Îraqê, teqandine.
Pêka rapora Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM”ê li demjimêrên sibêdeha roja Çarçemî 1ê Rêbendana 1402 a Rojî, Hêzên Amerîkayê li bersiva êrîşên Îranê û girûpên ser bi vê rejîmê li Îraqê bo ser hêzên Amerîkayê, bo cara 2ê û bi armancgirtinên hûr, 2 navendên wan milîsan li başûrê bajarê “Bexda”yê teqandine.
Herwisa çend demjimêran pêştir jî li 30ê Xezelwerê, girûpeke terorîst a milîsên ser bi rejîma Îranê ku bi mûşekan êrîş kiribûne ser binkeyeke Amerîkayê, bûne armanca balafireke cura “AC-130” a hêza esmaniya Amerîkayê û çendîn kes ji wan kuştin.
Pêka gotina cihgirê Berdevkê Pentagon”ê “Sabrina Sing”, li êrîşa mûşekiya wan milîsan de bo ser hêzên Amerîkayê, 8 kes ji hêzên Amerîkayê bi sivikî birîndar bibûn.
Li vê dawiyê de êrîşên Amerîkayê bo ser milîsên terorîst ên ser bi rejîma Îranê zêdetir bûne.