Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Navxwe yê rejîmê gotiye ku girûpên “Emir bi Me`irûf” hewce bi ti îzvergirtinekê nînin

13:00 - 22 Çirriya paşîn 2023

Li halekê de ku girûpên “Emir bi Me`irûf” ên rejîmê heta niha bûne sedema canjidestdana bi 10an keçan li ser şeqaman, Wezîrê navxwe yê rejîmê gotiye ku wan girûpane hewcehî bi îznvergitinê nînin.
Wezîrê Navxwe yê rejîma Îranê “Ehmed Wehîdî” bi awayekî bêşermane gotiye: “Tevî ku wan girûpane heta niha ti îznek ji me vernegirtine lê, karên girûpên “Emir bi Mei`rûf” li ser şeqaman de hecehî bi îznê nake û ew li karê xwe de azad in”.
Reftarên hov û bêşermane û dûr ji hemû pirensîpên exlaqî yên wan girûpên “Emir bi Meirûf” heta niha paşhatên wek şehîdkirina keçên wek şehîd “Jîna, Nîka, Mîtra û bi 10an keçên din ên şehîd” û binçavkirina hovane ya hezaran jin û keçan li pey xwe aniye.
Serberdayîkirina girûpên “Emir bi Me`rûf” bûye sedem ku li hemû cihên giştî de reftarên hovane ên wek lêdan û kuştina keçan ji aliyê wan girûpên hov ve zêdetir bêne kirin û jin û keçên xelkê bi awayekî hovane bi lêdan û kutanên hovane bêne binçavkirin.
Gotinên wî Wezîrê rejîmê dide xuya ku bûyerên wek kuştina keçan û binçavkirina jinan û keçan li ser şeqaman, dê hêj tundir û dijwartir bibe.