Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka Sipî: “Rejîma Îranê li destdanîn bi ser gemiya ticarî ya “Galaxy Leader” de rol heye”

13:09 - 22 Çirriya paşîn 2023

Amerîkayê ragihandiye ku mijûlî lêkolîn bo bi terorîstnaskirina Hûsiyên Yemenê ye û rejîma Îranê bi hevkarê Hûsiyan bo destdanîn bi ser gemiya ticarî ya “Galaxy Leader” nas dike.
Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî “John Kerby” li cîvîneke rojnamevaniyê de gotiye: “Amerîka mijûlê lêkolîn bo bi terorîstnaskirina Hûsiyên Yemenê bi sedema destdanîn bi ser gemiya ticariya “Galaxy Leader” li deryaya Sor” de ye”.
Herwisa navbirî rejîma Îranê bi hevkarê Hûsiyan bo destdanîn bi ser gemiya ticarî ya “Glaxy Leader” nas dike.
“John Kerby” li axaftinên xwe de gotiye ku Amerîka digel hevpeymanên xwe mijûlê lêkolîn bo bi terorîstnaskirina Hûsiyan û bijardeyên din li hember vê girûpa ser bi rejîma Îranê ye”.
Herwisa wî Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî gotiye: “Destdanîna Hûsiyan bo ser gemiya ticarî, binpêkirina eşkere ya yasayên navnetewî ye” û daxwaza azadkirina lezgîn a vê gemiyê û kesên li vê gemiyê de kir”.
Hûsiyên Yemenê gotine ku heta şerê digel Felestîniyan li Xezê de nesekine, ew dê êrîşên leşkerî bo ser berjewendiyên Îsraîlê bidomînin”.
Îsraîlê jî li vê deheqê de ragihaniye ku ne gemî û ne kesên li vê gemiyê de Îsraîlî nînin û ew gemiye ya Birîtaniyayê ye, ji aliyê din ve jî rejîma Îranê hebûna rola xwe li destdanîn bo ser vê gemniyê, red kiriye.