Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Serafiya “Binance” diraf bo Hemasê hatiye şandin

16:40 - 22 Çirriya paşîn 2023

Serafiya “Binance” bi sedema sipîkina pere bi 4 milyard û 300 milyon Dolar, hate cezakirin û rejîma Îranê ji vê Serafiyê bo veguhastina diraf bo Hemasê mifah vergirtiye.
Serafiya “Binence” îtiraf kiriye ku pere sipî kiriye û li encam de bi 4 milyard û 300 milyon Dolarî hatiye cezakirin, pêka gotina Dadstanê Giştî yê Amerîkayê, Serafiya “Binance” 900 milyon Dolar diraf li navbera Amerîka û bikarhênerên Îranê de cibicî kiriye.
Pêka gotina Wezareta Dad a Amerîkayê, bikarhênerên serafiya “Binance” li wan cihan de bûne ku li jêr dorpêçên Amerîkayê de ne û herwisa ew serafiye bi xapandina bankî, dorlêdana dorpêçan û sipîkirina pere, bi tawanbar tê zanîn.
Pêka gotina berpirsên Amerîkayê, zêdetir ji 100 hezar danûstandinên cihê şik û gumanê digel saziyên terorîstî yên wek “Hemas, Elqaîde û DAÎŞ”ê li vê serafiyê de hatine kirin û vê serafiyê ew yeka neragihandiye.
Rejîma Îranê bi sedema dorpêçên navnetewî yên li ser bankên rejîmê, nikare diraf bo girûpên terorîstî binêre lewma ji serafiyan wek rêyeke hêsantir ku kontroleke gelek kêmtir li ser heye, diraf bo afirandina fitneyan, belavkirin asiyasetên xwe yên çewt û dije mirov û berfirehtirkirina terorîzmê, bo milîs û girûpên terorîstî dinêre.