Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 134 hezar milyard Tumen bo bihêzkirina jêrxanên berevaniya rejîmê berçav girtiye

18:57 - 22 Çirriya paşîn 2023

Rejîma Îranê tevî ku piraniya xelkê Îranê nikarin nanê şevê peyda bikin, 134 hezar Milyard Tumen bo bihêzkirina jêrxanên berevaniya xwe ya rizî berçeav girtiye û eger ew diraf jî dest nekeve kompaniya nefta Îranê divê wî pereyî dabîn bike.
Pêka reşnivîsa pêşniyarkirî ya rejîmê bo Bûdceya sala 1403 a Rojî, 134 hezar milyard Tumen bo bihêzkirina jêrxanên berevanî yên rejîmê hatiye berçavkirin û kompaniya Nefta Îranê jî hatiye erkdarkirin ku hekî ew dirafe neyê dabînkirin, divê bi qasî wî dirafî, nefta reş û berhemên gazê bi bi hinek kesên ku ji aliyê Stada Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê ve bêne diyarîkirin, bide.
Bi wî awayî rejîma Îranê tevî agehdarbûn ji vê rastiyê ku nikare bûdceya hewce bo birêvebirina Îranê dabîn bike, diraf bo armancên çewt ên rejîmê li beşa berevaniyê de xerc dike.
Hêjayê gotinê ye ku bûdceya beşên hestiyar ên civakê wek derman û xwarin û perwerde û hînkarî bi qasa herî kêm hatine diyarîkirin.
Li bûdceya sala 1402 a Rojî de jî bûdceya diyarîkirî bo karûbarên berevanî û ewlehî, %38.5 hatibû zêdekirin.
Herwisa bûdceya girtîgehên rejîmê jî 3.5 qat zêdetir ji bûdceya 5 zanîngehên bingehîn ên Îranê ye.
Bi vê pêkê dûredîmeneke trajîk bo xelkê Îranê tê dîtin.