Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nesrullah: Amerîka peyam daye me ger Hizbullah beşdariya şer bike, dê Îranê bombebaran bike

11:04 - 4 Çirriya paşîn 2023

Piştî çend rojan pirûpagende û gef û guran ji boy evê ku hesen Nesrullah dê axivtinekî dîrokî û çarenivîssaz dê biket û helwesta xwe û girûpa xwe dê li derheq şerê di navbera Hemas û Îsraîlê rabigehîne, di encamê de rojî Înê axivî.

Bi berewajiyê teblîxata rejîma Îranê û taqmên girêdayî bi wê, ne tenê qisên Hesen Nesrullah, çarenivîssaz nebûn û ewa pêşte hemî ji gefên betal û pirûpagendê zêdetir nebû, belkî Hesen Nesrullah jî herwekî Elî Xamineyî, ji tirsê xwe ku nekeve ber derba Îsraîl, got: Ne Hizbullahê û ne rejîma Îranê tedaxul li êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl nekirine û fermana wê êrîşê me nedaye û tenê ev biryara Felistîniyan xwe bûye.

Hesen Nesrullah ev yêke jî eşkere kir ku Amerîka haydariyekî tund daye wan ku ger Hizbullah beşdarî şerê bi dijî Îsraîl be, Amerîka dê Îranê bombebaran bike.

Ev qisên Serokê Hizbullahê ku zêdetir mediayên rejîma Îranê teblîx jêre dikirin, bala her kesî bo aliyê xwe rakêşabû û benda qisedana wî bûn, lê xuya bû ev jî weke Elî Xamineyî ji tirsan sond dixo ku haya wî li êrîşa Hemasê nebûye.

Nesrullah herwisa daxaza ragirtina şer û êrîşa bo ser Xezê ji aliyê Îsraîl ve bû.