Hejmara 458an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku wiha ne:
Rûpela 1 gotra: Manşêta 458 emîn hejmara Agirî li jêr nave “Xezelwera yadê werîna xezanan” dikeve ber çavê xwênerên hêja.
Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî de goterek hatiye çapkirin: li jêr nave”Yelda û Çwarşeme Sûrî, rojên xebat bi dijî kevnarperweriyê” ji nivsîna Nûredîn Sofîzade.
Rûpelên 3 de gotara: “Wekheviya zayendî rêya azadiya civakê ye ” ji nivsîna Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 4 gotara: “Bi neheqî xwîna têkoşer dirijînin” ji nivsîna Elî Munezemî.
Rûpela 5ê de gotara: “Kiryarên sipaha pastaran a terorîst li Sûriye û Îraqê” ji nivsîna Hûmen Simko.
Rûpela 6 kurte gotarek bi navê: “Terorîsma rejîma Îranê tu carî bi dijî xebatkaran nasekine” û herwisa daxûyaniya Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq terora endamekî Hizba Demokrat li Hewlêrê, hatine çapkirin.
Rûpela 7 gotara: “Tirkiye û Azerbaycan korîdora Laçînê jî ji Ermenistanê dixwazin” Nivsîna Eskender ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de Nêrîna lîderan jî çap bûye.
Rûpela 8 gotara: “Karvedanên Şerê Xezeyê li ser Sûriyê” Nivsîna Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 de gotara: “Jinên azadîxwaz dîwarên tirsê şikandine” ji nivîsa Rojan Sofîzade.
Rûpela 10 ê de, Agehdariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa dikeve ber çavan.
Rûpela 11 “Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê ve hatine weşandin”.
Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq xisarên bi sedema qezayên tirafîkê li Rojhilatê Kurdistanê û îranê li jêr navê “Li vir Jiyan Bi Dawî tê” ji kêşan û terahiya Serbest Urmiye.
Xwandevanên hêja bona dagirtina faîla Rojnameya “Agirî” dikarin li ser vê lînkê bitkîn.