Roja Sêşemî 3ê Xezelwera 1402 a Rojî, beranber bi 21 November 2023 a Zayînî, Heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat, serdana Komîteya Birêveberiya Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Komelê ve bi serperestiya “Ebdullah Muhtedî” Sekreterê Giştî yê Komeleyê ve pêşewazî ji wan hate kirin.
Di vê Kombûnê de çend mijarên serekî kevtine ber bas, ên wek rewşa niha û rewşa partiyên Rojhilatê Kurdistanê, hewcehî bi hevahengiya giştgîr, peywendiyên her du hizban û dîtingehên wan bo pirsên cuda ên peywendîdar bi Îran û Kurdistanê. Her du heyetên Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşgêr, bi eşkere nêrîn û têbîniyên xwe li ser mijaran xistine ber bas û kevtne ra guherînê.
Li berdewamiya vê hevdîtinê de heyeta rêberatiya her du aliyan, tekez li ser qahîmkirina peywendî û hevkariyan li paşerojê de, bo yekrêziya zêdetir li tevgera Rojhilatê Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Piştî 4 demjimêran danûstandin û gengeşeyan, 2 aliyan bi jihevtêgihîêştineke zêdetir û biryar bo hevkarî li pêxema hevahengiyê, li rewşeke dostane de, dawî bi vê hevdîtina xwe anîn.