Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gelek hovane kolberan dikuje û birîndar dike

11:15 - 23 Çirriya paşîn 2023

Di heyamê 2 rojan de pitir ji 10 kolberan li Rojhilatê Kurdistanê bi teqeya hêzên dijî geliye rejîmê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Gorî amar û raporên navendên mafê mirovî, tenê li şewa Sêşem li ser Çwarşemiyê, aliyê kêm 9 kolber li sinûrê Hengejale ya Banê, bi desrêjiya gullên hêzên çekdare rejîmê, birîndar bûne.

Gorî raporan amar wisa didne xûya ku tenê di meha Xezelwerê de, 10 kolberên zarok ku temenê wan kêmtir ji 18 saliyê ye, bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bûne.

Şeva Çwarşemiyê jî kolberek bi navê Esed Hesenpûr temen 25 salî, xelkê gundê Ceefer xan a girêdayî bi bajarê Seqizê, li ser sinûre Hengejale a Banê kevte ber teqeya rasterast a hêzên hove rejîmê û bi giranî birîndar bû û heta gihandine nexweşxwanê, canê xwe ji dest da.

Herwisa roja Çwarşemiyê, termê bê rihe kolberekê bi navê Rehman Merûfî, temen 32 salî, xelkê Gezgeska girêdayî bi bajarê Pîranşehrê, li nawça sinûriye “Ganpe” ji aliyê çiyageran ve hatiye peyda kirin, ku du rojan berî niha li dema kolberiyê de winda bibû û bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest daye.